De Mistûra gera duyem a Cenêv3 ragehand

De Mistura amaje bi wê yekê jî kir ku, eger aliyên Siyasî naxwazin danûstandinê bikin wê demê li Encûmena Neteweyên Yekbûyî vedgere.

K24-Navenda Nûçeyan

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura ragehand ku, ew dê ligel şanda rejîma Sûriyê re bicive, da zanîn ku ew şeva borî jî ligel Desteya Şêwermend a jinên Sûriyê re civin pêkanîn e.

Îro, danûstanidnên gera duyem a Cenêv3 destpê dikin, derbarê vê mijarê Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura kongreyekî rojnamevanî li darxist, tê de wiha got:"Min şeva borî ligel Desteya Şêwermend a jinên Sûriyê civîn pêkanîne,  îro jî dê ligel şanda rejîma Sûriyê re dicivim."

De Mistutura da zanîn ku, hin aliyên siyasî hene, naxwazin Cenêv3 bi ser bikeve, aşkere kir ku, bingeha danûstandinan dê veguheztina Siyasî be li Sûriyê.

De Mistura amaje bi wê yekê jî kir ku, eger aliyên Siyasî naxwazin danûstandinê bikin wê demê li Encûmena Neteweyên Yekbûyî vedgere.