HNKS: Em sîstema fedralîzmê li Sûriyê qebûl dikin

Hevbendiya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(HNKS), berî du mehan hatiye damezrandin, ji çend partiyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê yên ser bi Rêveberiya Xweser pêk tê.

K24-Qamişlo

 Hevbendiya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(HNKS)ragehand ku, bi armanca amadekirina kongreyekî damezrêner ku, hemû pêkhatiyên Rojava li xwe bigre komîteyek ji 13ê kesan dest nîşankir.

Derbarê wê komîteyê Serkirdeyê Hevbendiya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(HNKS) Mistefa Meşayx ji K24ê re wiha got: "Em ligel fedralîzmê re ne, berî niha jî dema em di nava Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê me proseya fadraliyê qebûl kirbû, ku Sûriyê bibe dewleteke fedralî, pir alî hemû pêkhate mafê xwe tê de werbigrin."

Meşayx da zanîn ku, hevalên me di Rêveberiya Xweser de jî niha sîstema fedraliyê qebûl dikin û li ser kardikin, aşkere kir ku, wan jî komîteyek ku, ji 13ê kesan pêktê damezrandiye daku, gotûbêjanli ser paşeroja Sûriyê werin kirin.

Hevbendiya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(HNKS), berî du mehan hatiye damezrandin, ji çend partiyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê yên ser bi Rêveberiya Xweser pêk tê.