Hêza Roj: Em hêzeka Kurdistanî ne

Hêza Roj ji du lîwayan pêktê, milbimlê Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê şerê DAIŞê dikin, di 12ê Adara 2012an hatiye damezrandin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/cff5ea59-7dd1-4ab9-b706-1fc78646650e/LashkareRojava.ism/manifest

K24-Dihok

Leşkerên Roj ku, binavê Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê tê naskirin, li bajarê Dihokê bi helkefta sêyemîn salvegera damezrandina xwe merasîmek bi rêve çû.

Derbarê vê mijarê de efserê Hêza Roj Şervan Dêrkî ji K24ê re wiha got: "Di destpê ka Şoreşa Sûriyê gelek Ciwanên Kurd di nav Artêşa wî welatî de cihgirtibûn, wan Ciwanan  nexwestin şerê miletê Sûriyê bikin, taybet gekê Kurd, lewma ji Artêşa Sûriyê veqetiyan û berê xwe dane cihekî ku bikarin alîkariya gelê xwe bikin."

Dêrkî da zanîn ku, piştî wan Ciwanan berê xwe dane cihê Kurdperweriyê, Herêma Kurdistanê, li ser fermana Serokê Herêmê Mesûd Barzanî hêza leşkerên Roj hate damezrandin.

Şervan Dêrkî aşkere kir ku, hêza Roj hêzeke Kurdistanî ye, armanceke wê ya neteweyî heye, piraniya wê hêzê ji ciwanên Rojavayê Kurdistanê pêk tê , hejmarek ji başur, bakur û rojhilata Kurdistanê jî di nav de hene.

Hêza Roj ji du lîwayan pêktê, milbimlê Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê şerê DAIŞê dikin, di 12ê Adara 2012an hatiye damezrandin.