Bûseyna Şaban: Egera vegerandina Rûsyayê bo Sûriyê heye

Duh, Rûsyayê dest bi veşandina hêza xwe ji Sûriyê kir, ew biryara Rûsyayê karvedanên cuda li pey xwe anîn.

K24-Navenda Nûçeyan

Şêwermenda Serokê Sûriyê, Bûseyna Şaban ragehan ku, egera vegerandina hêza Rûsyayê piştî vekişîna xwe ji Sûriyê heye.

Derbarê veşandina hêza Rûsyayê û karvedaên wê vekişînê  Şêwermenda Serokê Sûriyê, Bûseyna Şaban di daxuyaniyekê de bo CNN re wiha got: "Hemû pêngavên Rûsyayê derbarê çareserkirina Siyasî rastin, eger Rûsyayê beşek ji hêza xwe vekişan nayê wê wateya ku navegere, eger heye veger ji ber ku şerê li dijî terorê dê berdewam be."

Şaban redkir ku, Rûsyayê fişar li ser Serokê rejîma Sûriyê kir be, tekezî li ser bihêzbûna Artêşa welatê xwe kir û rizgarkirina wê ji hemû navçeyên Sûriyê.

Duh, Rûsyayê dest bi veşandina hêza xwe ji Sûriyê kir, ew biryara Rûsyayê karvedanên cuda li pey xwe anîn.