Zaxarova: Vekişandina Rûsya ji Sûriyê Esad qels nake

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê dibêje, vekişandina beşek ji artêşa Rûsyayê ji Sûriyê Beşar Esad qels nake.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê dibêje, vekişandina beşek ji artêşa Rûsyayê ji Sûriyê Beşar Esad qels nake.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova, îro ragihand ku vekişandina beşek ji hêza esmanî ya Rûsyayê ji Sûriyê Serokê wî welatî Beşar Esad qels nake.

Herwiha Zaxarova amaje kir, vekişandina Rûsyayê beşek ji artêş û hêza esmanî ji Sûriyê li ser biryara Serokê Rûsyayê Vladimir Putin hat.

Duh, Rûsyayê dest bi veşandina hêza xwe ji Sûriyê kir, ew biryara Rûsyayê karvedanên cuda li pey xwe anîn.

Li gor çavdêran ku biryara Rûsyayê bi vekişandina hêza xwe ji Sûriyê, gaveke girîng e bo serkeftina danûstandinên aştiyê li Cenêvê.

Piştî Rûsyayê beşek hêz û artêşa xwe ji Sûriyê vekişand, Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry daxwaz kiribû ku serdana Moskoyê bike û bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn re hevdîtinekê çê bike.