Hediya Yosif: Sîstema federalîzmê ne bo perçebûna Sûriyê ye

Hevseroka Encûmena Damêzrêner ya sîstema Federalîzma Demokratîk li Rojava û Bakurê radigihîne, projeya federalîzmê nayê wateya perçebûna Sûriyê.

K24 – Qamişlo

Hevseroka Encûmena Damêzrêner ya sîstema Federalîzma Demokratîk li Rojava û Bakurê radigihîne, projeya federalîzmê nayê wateya perçebûna Sûriyê.

Hevseroka Encûmena Damêzrêner ya sîstema Federalîzma Demokratîk li Rojava û Bakurê Sûriyê Hediye Yosif, ji K24ê re ragihand ku, mabûna çarkogoşeya ewlehiyê ya girêdayî rêjîma Sûriyê ya li Qamişlo, ne pêwendîdar e bi sîstema federalîzmê ye, jiber ku ev sîstem ne cuda ye ji Sûryê.

Yosif diyar kir jî, projeya Federalîzma Demokratîk li Rojava û Bakurê Sûriyê, çareyeke guncaw e bo rawestandina şer li Sûriyê û li ser vê bingehê ev encûman ji xwe re hilbijart.

Duh, Desteya Damêzrêner ya Herêma Rojava û Bakurê Sûriyê li Rimêlanê ya Rojavayê Kurdistanê, sîstema Federalîzma Demokratîk, bo Roja û Bakurê Sûriyê ragihand.