HDPê bersiva AKPê da: Em amadene

Li gor daxuyaniyên fermî di teqîna Stenbolê de ligel xwekûj 5 kes hatine kuştin û 36 kes jî birîndar bûne. Heta niha ti aliyekê berpirsyartiya teqînê negirtiye ser xwe.

K24-Navenda Nûçeyan

Berdevkê hikûmeta Tirkiyê û cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Nûman Kurtulmuş piştî teqîna Stenbolê diyar kir ku, Tirkiye di rewşeke hestyar re derbas dibe û berpirsyartiyek mezin jî dikeve ser milê HDPê.

Piştî van daxuyaniyan berdevkê Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) Ayhan Bîlgen destnîşan kir ku hemû pirsgirêk dikarin bi rêya axaftinê bên çareserkirin û ji bo berpirsyartiyê jî amade ne. Bîlgen anî ziman ku berpirsyartiya herî mezin dikeve ser milê partiya deshilatdar û ji bo çareseriyê divê li parlamentoyê komîsyona lêkolînê bê avakirin.

Berdevkê HDPê wiha got: "Ji bo dawî li rijandina xwînê bê, ew amadene her berpirsyartiyekê wergirin."

Li gor daxuyaniyên fermî di teqîna Stenbolê de ligel xwekûj 5 kes hatine kuştin û 36 kes jî birîndar bûne. Heta niha ti aliyekê berpirsyartiya teqînê negirtiye ser xwe.