Lavrov: Tirkiyê rê li pêşiya şervanên Kurd digre ku şerê DAIŞê bikin
K24-Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergy Lavrov ragehand ku, Tirkiyê rê li pêşiya şervanên Kurd ku şerê DAIŞê bikin digre, herwiha mafên Kurdên Tirkiyê jî binpê dike.
Derbarê vê mijarê de wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergy Lavrov di kongreyekî rojnamevanî de ligel heşanê xwe yê Almanyayê wiha got: Tirkiyê rê li pêşiya şervanên Kurd yên ku şerê DAIŞê dikin digre.
Lavrov da zanîn ku, wan Komisyona Bilind a Neteweyên Yekbûyî bo Mafên Mirovan derbarê binpêkirina mafên Kurdan ji aliyê Tirkiyê ve agehdar kirine.Aşkere kir ku, çûnûhatina terorîstan di navbera sînorên Tirkiyê û Sûriyê de berdewam e.