Holandayê kunsulxaneya xwe li Stanbolê girt

Wezareta Derve ya Holandayê kunsulxaneya xwe ya giştî li Stanbolê bi awayekî demkî girt.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Holandayê kunsulxaneya xwe ya giştî li Stanbolê bi awayekî demkî girt.

Wezareta Derve ya Holandayê di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber gefên terorê, bi awayekî demkî kunsulxaneya giştî li Stanbolê girt.

Herwiha Wezîrê Derve yê Hollandayê Bert Koenders di daxuyaniyekê de got jî: “Parastina jiyana karmendên me û kesên ku serdana konsulxaneya me dikin, girîngtirîn erkên me ye.”

Hollandayê ragihand jî, ew niharin niha ti agahiyan derbarê gefan aşkere bikin, herwiha hişyarî da welatiyên xwe yên li Tirkiyê ku haje xwe hebin.

Roja şemiya borî, 19 Adarê Teqînekî xwekujî li Kolana Istiqlal ya bajarê Stanbolê rû da, di encamê de 5 kesan canê bûn xwe ji dest dan û 20ê din jî birînar bûnê.