Rûsya ji tirsa êxsîrkirinê leşkerekî xwe kuşt
K24-Navenda Nûçeyan
Rûsya endamekî hêza xwe ya teybet li bajarê Tedmûrê yê Sûriyê bi armanca ku, ji aliyê DAIŞê ve neyê girtin kuşt.
Derbarê vê banetê Nûnerê Artêşa Rûsyayê li navenda Himêmîm li bakurê Sûriyê bo ajansa Intirfaks daxuyaniyek belav kir, tê de wiha hatibû gotin: "Dema ku leşkerê me pêwendî bi firokeyên Rûsyayê re bi armanca destnîşankirina bingehên DAIŞê dikirin ji aliyê çekdarên wê rêxistinê ve hate dorpêçkirin, daku dîl nekeve destê DAIŞê de cihê xwe ji firokeyên welatê xwe re aşkerekir daku wî bikûjin."
Berî niha DAIŞê kuştina 5 leşkerên din yê Rûsyayê di şerê bajarê Tedmûrê de ragehandibû di nav wan de şêwermendek hebû.
Di 15ê vê mehê Rûsya hêza xwe ji Sûriyê vekişand, lê çend firokeyên xwe bi armanca piştgiriya rejîma Sûriyê li wî welatî bi cihêlan.