Kerry: Washington û Moskoyê bo Sûriyê rêkeftin

Amerîka û Rûsya li ser xalên herî girîng jib o pêşxistina danûstandinên aştiyê li Sûriyê di meha bê de rêkeftin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka û Rûsya li ser xalên herî girîng jib o pêşxistina danûstandinên aştiyê li Sûriyê di meha bê de rêkeftin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry  di civînekê de ligel hevşanê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ku 4 demjimêran dirêj kiribû, ragihand ku Washington û Moskoyê rêkeftine ku bêtir guvaşê li ser her du aliyên danûstandkar bikin, bo veguhastina siyasî li Sûriyê û destûreke nû berî meha Tebaxa bê encam bidin.

Di gera duyemîn ya danûstandinan li Cenêvê, Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura, ligel her du şandên rêjîm û opozîsyonê reşnivîsek pêşkêş kiribû, biryar e jî di gera sêyemîn de (9 Nisanê) de, hevdîtinên rasterast di navbera her du aliyan de birêve biçin.

Duh De Mistura belgenameyêk ji 10 xalan, bo çareserkirina krîza Sûriyê, danabû. Tê çaverêkirin ku hikûmeta Sûriyê û opozîsyona wî welatî di danûstandinên aştiyê de li Cenêvê li ser erê bikin.

Ji aliyê xwe ve, pozîsyona Sûriyê derbarê belgenameya De Mistura de ragihand, niha bingeha sereke ji danûstandinên aştiyê re bo gera sêyemîn ya Cenêvê hate danîn.