Demîrtaş bo Erdogan: Ev sloganên faşîzmê ne

Demîrtaş bal kişand ser deng û rengên Tirkiyê û got, dema yek netew û yek ziman tê gotin, behsa netewa Tirk û zimanê Tirkî dikin.

K24-Navenda Nûçeyan

Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş gotinên Serokomarê Tirkiyê yên "Yek netew, Yek ala û yek dewlet" rexne kir û got, ev sloganên faşîzmê ne.

Demîrtaş li Colemêrgê beşdarî kongreya partiya xwe ya bajêr bû û got, rexne tê kirin ku, çima HDP nebûye partiya Tirkiyê, li ba wan, bilindkirina diruşmên faşîzmê, wan dike partiya Tirkiyê.

Demîrtaş bal kişand ser deng û rengên Tirkiyê û got, dema yek netew û yek ziman tê gotin, behsa netewa Tirk û zimanê Tirkî dikin, gelo bi dehan netew û zimanên din wê biçin ku derê.

Demîrtaş got, di 7ê Hezîranê de dengê kurdan ji rojavayê Tirkiyê hat bihîstin û AKP ji vê tirsiya û dest bi siyaseta tundiyê kir.

Herwiha Demîrtaş da zanîn ku, li Geverê û gelek bajarên Kurdan, şer tê meşandin û dibên qey, dema Geverê qirbikin, siyasiyan zîndan bikin wê demê dê gelê kurd xwe bide aliyê wan, lê haya wan ji dîrokê nîne.