Ciwanekî Rojava bi guleya artêşa Tirk birîndar dibe

Ciwanekî Kurd li Qamişlo ya Rojayayê Kurdistanê bi guleya Artêşa Tirkiyê birîndar bû.

K24 – Qamişlo

Ciwanekî Kurd li Qamişlo ya Rojayayê Kurdistanê bi guleya Artêşa Tirkiyê birîndar bû.

Ciwanekî Kurd bi navê Ebdilsetar li taxa Qidûr Bekê ya Qamişlo, bi guleyeke artêşa Tirkiyê ku ji navçeya Nisêbînê ya Bakurê Kurdistanê ve hatibû avêtin, di serê xwe de birîndar bû.

Li gor peyamnêrê K24ê, ku Ebdilsetar (14 salî) bo nexweşxaneya Niştimanî ya Qamişlo hate veguhastin. Peyamnêrê me da zanîn jî ku, birîna Ebdilsetar giran e û rewşa wî ne cîgir e.

Artêşa Tirkiyê ragihandibû, ji bo rakirina xendekên li navenda navçeya Nisêbîn a Mêrdînê operasyon dest pê kiribû.