Welatiyên Qamişlo dibin qurbaniya şerê li Nisêbînê

Şerê li bajarê Nisêbînê yê Bakûrê Kurdistanê berdewam e, ji ber nêzîkbûna wê ji bajarê qamişlo, xelkên bajêr jî dibin qurbaniyên vî şerî.

K24 – Qamişlo

Şerê li bajarê Nisêbînê yê Bakûrê Kurdistanê berdewam e, ji ber nêzîkbûna wê ji bajarê qamişlo, xelkên bajêr jî dibin qurbaniyên vî şerî.

Welatiyên bajarê Qamişlo ji ber şer û pevçûnên ku li bajarê Nisêbînê yê bakûrê Kurdistanê diqewimin, roj bi roj qurbaniyên wan zêde dibin. Li taxa Qidûrbek malek rastî mûşikekê hat, ne dûrî wê jî zarokek 12 salî bi guleyekê birînda bû û ta niha di nexweşxaneyê de ye.

Ji ber nêzîkbûna dibistana Şehîd Fewzî Silêman ji sînorê Bakurê kurdistanê, ev dibistan jî rastî guleyên artêşa Tirkiyê hat, herwiha bû sedema ku li ser daxwaza rêveberiya dibistanê şagirt li malên xwe bimînin.

Bajarê Nisêbînê kêmî 1 k.m dûrî bajarê Qamişlo ye, ji dema ku şer û pevçûn lê qewimîne, neşteciyên Qamişlo ji ber dengê top û bombeyan di metirsiyê de dijîn, nemaze piştî ku ev top û gule sînor derbas dikin û mal û xelkên Qamişlo rastî wan tên.

Roja 13'ê Adarê li Nisêbînê qedexeya derketina derve hat ragehandin. Heta niha li navçeyê bi dehan leşker û polîs di pevçûn û teqînan de canê xwe ji dest daye.