Tirkiyê 2 heza û 400 çekdarên Sûriyê perwerde dike
K24-Navenda Nûçeyan
Serokê Tirkiyê Recep Tayb Erdogan ragehand ku, wan lîsteyek bi navê 1800 kes ji opozîsyona Sûriyê ligel 600 kesên Tirkumen amadebûna xwe di şerê li dijî DAIŞê de,kirine radestî Amerîkayê kirye.
Derbarê vê mijarê Serokê Tirkiyê Recep Tayb Erdogan di kongreyekî rojnamegerî de li qonsilxaneya welatê xwe li Amerîkayê wiha gotibû: "Me lîsteyek bi navê 1800 kes ji opozîsyona Sûriyê ligel 600 kesên Tirkumen amadebûna xwe di şerê li dijî DAIŞê kirine radestî Amerîkayê kirye."
Ji aliyê xwe ve Berdevkê ragehandina Artêşa Azad Ûsama Ebo Zêd ji rojnameya El-Şerq El-Ewsed re tekez kir ku, ew amade ne weke çend grûpên çekdar yê bi ser Artêşa Azad ve wekî Cebhe El-Şamiyê, Ceyş El-Nesir, firqeya 13ê, Firqeya Bakur û çend grûpên din, beşdariyê di proseya perwedekirina wan ji aliyê Tirkiyê ve bibin, da zanîn ku ew prose nayê wê wateya ku, ew dê şerê li dijî rejîma Sûriyê rawestînin.
Erdokan aşkere kir ku, Amerîkayê soz danê, ku ew rêkê nadin Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) serperştiya herêmeke Kurdî li Bakurê Sûriyê bikin.
Erdogan di daxuyaniya xwe de tekez kir ku, eger Amerîka rê li ber PYDê negre ew dê bi alavên xwe rê li pêşiya wan bigrin.