HDP: Erdogan Bakur kavil kirye

"Heta niha 8 parlamenterên me li zindanê de ne."
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/e87e9b5b-22d3-43aa-af32-a42aaac1878c/shilan%20aminoqlu.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Nûnera Partiya Demokratîka Gelan(HDP)Şîlan Emînoglu ragehand ku, Serokê Tirkiyê Recep Tayb Erdokan Bakurê Kurdistanê kirye kavil.

Derbarê projeya Aştiyê li Bakurê Kurdistanê û sedemên têkçûna wê Nûnera Partiya Demokratîka Gelan(HDP)Şîlan Emînoglu ji K24ê re wiha got:"Hun dizanin ku, eve 17e salin Serokê Partiya Karkerê Kurdistan(PkK) Ebdulah Ocelan di zindanê de ye, di xeyala wî de herdem aştî heye û dixwazê li ser rûyê erdê aştî hebe.Me wekî HDPê şandek bo Emralî bi armanca navbênkariyê di navbera PKKê û Tirkiyê de hevdîtin bi Ocelan re pêkanîn û me xwest ku pirojeya aştiyê biserkeve."

Emînoglu da zanîn ku, Erdogan pehîna xwe li projeya aştiyê da û AKPê şereke hovane li hemberê gelê Kurd kir, bi sedsan Kurd kuştin, Bakurê Kurdistanê kire kavil. Herwiha aşkere kir ku, Tirkiyê êrîş birine ser 172navendên me.

Herwiha Nûnera Partiya Demokratîka Gelan(HDP)Şîlan Emînoglu aşkere kir ku, 8 parlamenterên wan heta niha li zindanê de ne.