Serdana Erdogan bo Amerîkayê hate nirxandin

Dengvevanên serdana Erdogan berdewam in û wisa diyare heta demeke din jî dê him di çapemeniya Tirkiyê him jî di çapemeniya derve de bê axaftin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/43ef962b-95f3-487e-9f60-b7087d051b36/ImajaTikriye.ism/manifest

K24-Enqerê

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di rojên borî de di çarçoveya Lûtkeya Atomî de serdana Emerikayê kir. Ji serdana Erdogan zêdetir awayê pêşwazîkirina wî, hevdîtîna wî ya gel Barack Obama û helwesta parasvanên Erdogan ya li hemberî rojnamegeran hate axaftin.

Beriya serdana Erdogan ya bo Emerîka hevdîtina wî ya gel Serokê Emerîkayê Barack Obama gelek hatibû axaftin. Erdogan digel Obama civiya lê belê dereng xuyabûna hevdîtinê jî, pêşwazîkirina wî ya li firokexaneyê jî gelekî hat axaftin û nîqaşkirin û ev hemû wekî ku Erdogan desthilatdariya xwe derdide hat nirxandin.

Derbarê vê mijarê Pisporê Siyaseta Navneteweyî Bereket Kar ji K24ê re wiha got:"ji bo ku civînekê ligel Obama pêk bîne li ber wî geriya, bi hêvî û lawayan hevdîtin pêk anîn. Bes ku wisa nîşan bidin ku hêza navneteweyî gel me ye, lê belê hîç wisa nebû hêviyên wan vala derketin lê ev nayê wê wateyê ku Emerîka dev ji Tirkiyê berdaye, ev yek bi tenê helwesteke li hemberî Erdogan e"

Serokkkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dema gihişt Emerikayê ji aliyê Wezîrê Tirkiyê yê Derve Mevlut Çavuşoglu ve hate pêşwazîkirin û ev yek jî di çapemeniyê de wekî "Tenêtiya Erdogan" cihe xwe girt. Lê belê şîrovekarê siyasetê Turgay Turker li dijî vê yekê derdikeve û dibêje awaya pêşwazîkirinê li gor pivanên Emrikayê wisa ye.

Derbarê vê yekê Şîrovekarê Siyasî Turgay Turker wiha ji K24ê re axifî:"Tirkiye û dewletên din, wek mêvanê Dewleta Emrîka neçûn wir, beşdarvanên lûtkeyê bûn. Jixwe tu kes ji aliyê rayedarên Emerîka nehatin pêşwazîkirin. Çapemeniya opozîsyonê, babetê bi wê şêweyê nîşan dide ku yek bifikire ku hemû kes cuda; Erdogan cuda hate pêşwazîkirin ""

Nerazîbûnên li hemberî Erdogan di çapemeniya derve de jî cihekî berfireh girt. Êrîşkirina parasvanên Erdogan ya li ser rojnamegeran di dezgehên Emerîka yên mezin de jî yên wekî AP, Wall Street Journal, Guardian û CNN de jî hate rexnekirin. Dengvevanên serdana Erdogan berdewam in û wisa diyare heta demeke din jî dê him di çapemeniya Tirkiyê him jî di çapemeniya derve de bê axaftin.