Tirkiyê, DAIŞ, YPG û PKK wekî hev dinirxinin
K24- Enqerê
Hikûmet û Serokkomarê Tirkiyê, DAIŞ, YPG û PKK wekî hev dinirxinin û derbarê YPGê bi Emerîkayê re li hev nakin. Heta Serokkomarê Tirkiyê Erdogan di hevdîtina xwe ya bi Serokê Emerîka Obama û Biden re derbarê YPGê û Mebicê de eciziya xwe anîbû zimên. Cûdaditîna her du welatan, di nav raya giştî ya cîhanê de bû sedama pirsa "Gelo tekîliyên her du welatan bidawî dibe?"
Hikûmet û Serokkomarê Tirkiyê her tim di axaftinên xwe de dibêjin YPG û PKK wekhev in. Ji aliyê din Rûsya û Emerîka piştevaniya PYDê dikin û li hemberê DAIŞê bi PYDê re tevdigerin. Li gorî Tirkiyê YPG jî metirsî û gef li sînorê wê dixwe.
Pisporê Tekîliyên Navneteweyî Prof. Dr. Mustafa Sitki Bîlgen bal kişand ser daxwaza xweseriyê ya YPGê ku, ev yek aliyê Tirkiyê dibe cihê aciziyê û wiha ji K24ê re got:"PYDê dixwaze 3 kantonan bi hev re girebide û bi vê baldariya mafên gelên din nake. YPG dixwaze dewleteke nîjadî damezrine û ev daxwaza wê dibe gefek bo ewlehiya sînorên Tirkiyê. Emerîka jî ev gef qabûl kiriye. "
Dema ku, Serokkomarê Tirkiyê çû Emerîkayê, dixwest bi Serokê Emerîkayê Obama re derbarê mijarên DAIŞ, Suriyê û PYDê de biaxive. Heta dema ku hevditîna Obama û Erdogan ne diyar bû û ev yek bû sedem ku yek bêje tekîliyên her dû welatan qut bûye. Ji ber ku her du welat derbarê PYDê de li hev nakin. Ji aliyê din Tirkiyê û Emerîka li dijî DAIŞê bi hev re tevdigerin.
Pisporê Tekîliyên Navneteweyî Prof. Dr. Bîrol Akgûn da zanîn ku di tekîliyên Tirkiyê û Emerîka de ji ber PYDê û ewlehiyê qeyranek piçûk heye.derbarê vê mijarê wiha ji K24ê re axifî û got: "Emerîka, PYDê ji aliyê têkoşîna li dijî DAIŞê ve wek partnerekî lokalî dibîne. Tirkiyê jî ji bo ku welatekî NATOyê ye û li dijî DAIŞê têdikoşe, li ser tekîliyên her du welatan bandoreke erênî dihêle. Herwiha Tirkiyê ji ber vê yekê balafirgeha xwe ya Încirlîkê bo Emerîkayê terxan kiribû. "
Li aliyên din, lêşker û diplomatên Emerîkî ji bo ku, derbarê herêma Menbic û pêşketina PYDê de hevditînekê pêk bînin, hatin Tirkiyê. Niha ev hevdîtinên di navbera her du aliyan de bi awayekî veşarî dest pê kirin..