Jinên Dêrsimê xwe ji pêşbirka Kupaya Ewropayê re amade dikin

Jinên ku niha xwe ji bo pêşbirka Kûpaya Ewrûpayê ku dê li welatê Gurcistanê bê sazkirin amade dikin, amaje bi wê yekê dikin çawa ku ew li Tirkiyê bûn yekem û bi ser ketin, dê li Gurcistanê jî bi kûpayê vegerin Tirkiyê.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/c55008c9-010a-40cd-96ca-5c1199180713/JinenDersimeYenRaftingeDikin.ism/manifest

K24-Dêrsim

Li Dêrsima Bakurê Kurdistanê jin di bin banê Klûba Mûnzûr ya bo Werzîşên Siruştî û Adrenalînê de ku di sala 2011an de hatiye danîn, raftîngê dikin. Jinên Dêrsimî, di pêşbirka Kûpaya Ewrûpayê ya raftîngê de ku dê di meha gulanê de li Gurcistanê bê sazkirin dê Tirkiyê temsîl bikin.

Jinên ku, her hefte li ser Çemê Mûnzûrê raftîngê dikin di navbera 24-27ê Adarê  de  di wê pêşbirkê de ku li bajarê Gîresûnê yê li herêma Deryaya Reş hatibû sazkirin, serkeftineke mezin bi dest xistibû. Tîmeke wan bûbû şampîyonê Tirkiyê yek jî bûbû sêyemîn. Ev tîm niha xwe ji bo pêşbirka mezin ya Ewrûpayê amade dike.

Endamên tîmê ku, heta niha di pêşbirkan de bi ser ketine û dê biçin Gurcistanê kêmasî û zehmetiyên xwe ji Kurdistan24 re diyar kirin.

"Ez li Dêrsimê raftîngê dikim.Ji ber ku derfetên me zêde tune ne em di nava hefteyê de tenê dikarin du rojan rahênanê bikin, ji lewma dawiya hefteyê em tên li ser Çemê Mûnzûrê 4 -5 saetan rahênanê dikin. Mixabin zêde alîkariya me nakin."

Di nava endamên tîmê de hem jinên ku 3 sal in raftîngê dikin hene hem  jî yên ku nû fêrî raftîngê dibin hene. Çend ji wan jî hem xwendekar in hem jî raftîngê dikin.

"Ji ber dersxanê û dibistanê ez nikarim zêde rahênanê bikim. Wekî din tenê em hîngê diçin ser Çemê Mûnzûrê dema ku pêşbirk çêdibin an jî rahênanên mecbûrî hebin. Ev yek jî ji bo me gelek zehmet e."

Jinên ku niha xwe ji bo pêşbirka Kûpaya Ewrûpayê ku dê li welatê Gurcistanê bê sazkirin amade dikin, amaje bi wê yekê dikin çawa ku ew li Tirkiyê bûn yekem û bi ser ketin, dê li Gurcistanê jî bi kûpayê vegerin Tirkiyê.