Li Rojava werzişvan têne xelat kirin

Ji sala 1984an ve piştî cejna Newrozê,her sal li gundekî ji gundên herêma Cizîrê,ev xoleya bi navê Newroz tê li darxistin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/6985faf8-5b59-4044-8da6-a317e112d783/Volly%20ball.ism/manifest

K24-Qamişlo

li gundê Dekşûrîyê ser bi bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê û bi beşdariya 24 tîmên werzeşî ji hemû bajar û gundewarên herêma Cizîrê, herwiha ji hemû pêkhatêyên deverê,Xoleya bi navê Newroz destpêkir.
komîta amadekar ya wê qehremaniyê tîm li ser 8 grûpan dabeşkirin, ku her girûpek 3 tîman li xwe bigre.
derbarê vê babetê berpirsê koîta amadekar Hisên Osman ji K24ê re wiha got:"Xoleya me bi navê Newroze,temenê wê nêzî 30 -35 salaye,ji hemû pêkhatên deverê beşdrî vê xoleyê bûne,Ereb,Kurd û xiristyan,armanca me ji vê çalakiyê, bihêzkirina pêwendî û hezkirina pêkvejiyanê ye, herwiha naskirina wezeşvanên hemû pêkhateya ji hev re, bi rastî em gelekî bi vê çalakiyê kêfxweş û serbilindin."
Li bênderên gund 4 yarîgehên listikê hatin danîn û di heyama rojekê de, ev xole dê bi dawî were, ji hijmara 24 tîmên beşdar tenê 2 tîmên serkeftî têne xelat kirin.
Herweha biryare hindek werzişvanên kevn dê ji damezrênerên vê xoleyê bûn, bêne xelat kirin.
derbarê vê mijarê werzeşvan Kamîran Sinco ji K24ê re wiha axifî:"Îro, 24 tîmên werzişê dilîzin, ji hemû pêkhatan jî dinav de hene,ev xole piştî cejna Newrozê lidar dikeve û rihekî hevgirtî dinava hemû pêkhatan de çêdibe."

Derbarê vê babetê jî hunermen û werzeşvan Selah Osê wiha ji K24ê re got:"Berî ku ez bibim hunermend,ez werzişvan bûm,di sala 1984an de me yekemîn xole li darxist bi navê Newroz weha berdewam kir ta niha û hersal li gundekî bi rêve diçe,ez hatim vexwendin daku bême  xelatkirin jiber hindek bizav û keda min di vê xoleyê de heye."
Ji sala 1984an ve piştî cejna Newrozê,her sal li gundekî ji gundên herêma Cizîrê,ev xoleya bi navê Newroz tê li darxistin,ku têde tîmên gelêrî dinava pêşbirkeke werzişê de, li ser xelata yekemîn di leyizin,herweha dibe mîna fistivaleke nemayişê ji werzişvanan re,ku egere yaneyên deverê hindek werişvanên zîrek li xwe bigrin.