Li Tirkiyê zimanê siyasetê tund dibe

Li Tirkiyê zimanê siyasiyan her diçe tûj dibe û car caran heqaret û dijnbûn ji devê siyasetmedaran derdikeve. Opozîsyona Tirkiyê dibêje ku ji ber vî zimanê giran civak ji hev dûr dikeve û aştiya civakî ji holê radibe.

K24 – Enqere

Li Tirkiyê zimanê siyasiyan her diçe tûj dibe û car caran heqaret û dijnbûn ji devê siyasetmedaran derdikeve. Opozîsyona Tirkiyê dibêje ku ji ber vî zimanê giran civak ji hev dûr dikeve û aştiya civakî ji holê radibe.

Li Tirkiyê nîqaşên li ser tacîza zarokan ya li Weqfa Ensar gihaşte qonaxa şerê siyasî. Daxuyaniyên dawî yên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku ji bo Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu gotibû “siyasiyê bê exlaq” rastî nerazîbûnê hat.

Muxalefet dibêje serokkomar û hikûmet her tim derdikevin televizyonan û bi zimanekî heqaretwarî mirovan ditirsîne û ev zimanê ji aliyê rêvebirên dewletê yên payebilind tê bikaranîn rê li ber arîşeyên mezin yên civakî vedike.

Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Mehmet Bekaroglu ji K24ê re got: “Ev ziman aştiya civakî jinav dibe. Em niha gihaştine wê qonaxê. Ji ber vê yekê dibe ku encamên ne baş derkevin holê û Tirkiye bibe mîna Sûriyê û hin dewletên din. Berpirsê vê rewşê em siyasetmedar bixwe ne. Ez herkesî hişyar dikim ku dev ji vî zimanî berdin.“

Opozîsyon daxwaz dike ku ev çanda nebaş ya siyasî demildest bê guhertin û dibêje heger di navbera partiyên siyasî de nîqaş û daxuyanî ji adetê der be jî pêwîst dike serokkomar bi eqlê selîm tevbiger e.

Parlamenterê CHPê Kadîm Durmaz jî dibêje: “Divê em xwedî li çanda bihevrejiyanê derkevin ku em siberoj bikaribin li rûyê hev du binêrin. Êdî em gihaştine wê qonaxê ku birêz serokkomar destûrê tune dihesibîne û ji ber şêwaza ku bi kar tîne jî rêzdarî ji bo xwe nehiştiye. Em ji ber vê rewşê gelekî aciz in.”

Ev serê salekê ye ku aloziya di siyaseta Tirkiyê de her diçe kurtir dibe û ev yek bi taybetî xwe di zimanê siyasetê de dide der. Car caran bang têne kirin ku ev ziman bê nermkirin û siyaset bi awayekî maqûltir birêve biçe. Lê belê xuyaye ev yek ji bo siyaseta Tirkiyê mimkûn nîn e.