7 hezar çekdar ji Heşda Şabî digihin Kerkûkê
K24 – Navenda Nûçeyan
Şeva borî hêza Heşda Şabî ji nava Iraqê bi taybet ji Tikrîtê hêzeke xwe şande ser sînorê Kerkûkê.
Bi şandina Heşda Şabî ji navîna Iraqê bo sînorê Kerkûkê, hejmara çekdarên Heşda Şabî li sînorê Kerkûkê gihaye bêhtir ji 7 hezar çekdaran.
Li gor zanyarên K24ê, ew hêz bi ser Firqeya Ebasî ya ku ji nêzîkî 150 hezar çekdar pêk tê, ve ye. Herwiha 7 hezar otombêlên ji cureya Ford û gelek çek û teqemenî pê re ne, digel du barhilgirên leşkerî ku çekên giran ji cureya 106 m.m û tank û zirîpoş li sînorê Kerkûkê bicih kirine.
Piştî hatina wê hêzê, hêzeke din ya ser bi Lîwaya Elî Ekber ku ji 50 çekdar kelûpelên leşkerî pêk tê, gihêştine sînorê Kerkûkê.
Bi gotina welatiyan, ew hêz di xalên kontrolê yên hêzên Pêşmerge li qezaya Xurmatû û Daqoqê re derbas bûne.
Serkirdeyê wê hêza Heşda Şabî Meysem el-Zubêdî ji K24ê ragihand ku, hevahengî û alîkarî wan digel hêza Pêşmerge berdewam heye. El-Zubêdê got jî, li ser rasperdeyên Lêvegerê Bilind yê Şîeyan wan hevahengiyeke bilind digel hêzên Pêşmerge de heye.