Barzanî: Çarenivîsa Kerkûkê bi dest Kerkûkiyan de ye

Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî di civînekê ligel serokên eşîreyên Parêzgeha Kerkûkê ragihand, çarenivîsa Kerkûkê bi dest xelkê wî bajarî de ye û pêwîst e hemû alî jî rêzê li biryara wan bigirin.

K24 – Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî di civînekê ligel serokên eşîreyên Parêzgeha Kerkûkê ragihand, çarenivîsa Kerkûkê bi dest xelkê wî bajarî de ye û pêwîst e hemû alî jî rêzê li biryara wan bigirin.

Di çarçoveya civînekê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî de, serokên eşîreyên navçeya Hiwêce, Daqoq û Reşadê yên ser bi Parêzgeha Kerkûkê ve, daxwaz ji Barzanî kirin, rê bo wan hebe, bo ligel hêza Pêşmerge rola wan li dijî DAIŞê hebe. Herwiha eşîreyên spasiya hêza Pêşmerge û hêzên ewlehiyê bo parastina Kerkûk û navçeyên derûberê wê kirin.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî ragihand, çarenivîsa Kerkûkê bi dest xelkê wî bajarî ye û pêwîst e hemû alî jî rêzê li biryara wan bigirin. Barzanî tekez kir jî, bi dirêjahiya xebata tevgera azadîxwaza gelê Kurd digel hikûmeta Bexdayê ku rê bigire bo ew şer nebe şerê Kurd û Ereb.

Barzanî amaje bi wê yekê kir, DAIŞê xwe wek hawarkarê Suneyan xwe nîşan dide, lê ji bilî xirabkirin û wêrankirinê ti tiştî din bo wan navçeyê nekirye, herwiha herdem hewla DAIŞê hebû ku wê şerî bike şerê Kurd û Ereb.

Derbarê azadkirina navçeyên derdora Kerkûkê û beşdarîkirina xelkê wê navçeyê de, Barzanî ragihand ku, baştirîn rê ye ku xelkê wê navçeyê beşdarî wê proseyê bikin û pêwîst e hevahengiyê ligel aliyên pêwendîdar bikin.