Xurmatû: Şer berdewam e

Piştî encamdana sêyem civîn di navbera Parêzgerê Kerkûkê, Serokê Heşda Şeibî û berpirsên partiyên Xormatûyê, heta niha negihêştin rêkeftinekê, tenî daxwaza ragirtina şer tê kirin.

K24 – Xurmatû

Piştî encamdana sêyem civîn di navbera Parêzgerê Kerkûkê, Serokê Heşda Şeibî û berpirsên partiyên Xormatûyê, heta niha negihêştin rêkeftinekê, tenî daxwaza ragirtina şer tê kirin.

Li gor peyamnêrê K24ê li Xormatûyê, ku heta niha şer li wê bajarokê berdewam e û çekdarên Heşda Şeibî paşve vekişiyane, lê sekvanên wê li çend cihan mane.

Peyamnêrê K24ê ragihad jî, hejmarek ji xwebexşan li Xormatûyê kom bûne û rêkeftinê ligel Heşda Şeibî red dikin û daxwaza derketina çekdarên Heşda Şabî ji Xormatûyê dikin.

Herwiha xelkê Xormatûyê baweriya wan bi agirbesta ligel Heşda Şeibî tune ye, ji ber ku berê jî ligel wê mîlîşyayê rêkeftin çê bûne, lê ew pabendî rêkeftinan nabin.

Şeva borî çekdarên Heşda Şeibî li Xurmatûyê êrîşî li ser baregehên hêzên Kurdî kirin,  îro jî li danê sibê şer di navbera hêza Pêşmerge û Heşda Şeibî li Xurmatûyê dest pêkir.

Di encama şerê di navberê hêza Pêşmerge û Heşda Şeibî de fermandarekî hêza Pêşmerge Emîd Sîrwan Muhemed û 4 Pêşmergeyan şehîd bûn.

Bajarokê Xurmatû du beş in, piraniya daniştvanên aliyê rojhilat Turkmenên Şîe ne û hinek Kurd jî lê hene, piraniya aliyê rojava jî Kurd in.