Cotkarên Girê Spî rastî guleyên artêşa Tirkiyê tên

Cotkarên Girê Spî gazinan ji astengiyên dewleta Tirk dikin, dema ku ew avdana zeviyên xwe dikin, leşkerên sînorî yên dewleta Tirk welatiyan gulebaran dikin û di encamê de 32 welatî bûne qurbaniya gulebarakirina leşkerên Tirk di navbera kuştî û birînar de, piştî rizgarkirina Girê Spî ji aliyê YPGê ve di 15 ê Hezîrana sal borî de.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/81a670c2-e19e-4f77-8425-07446a9019ab/cotkar-gire%20sipi.ism/manifest

K24 – Girê Spî

Cotkarên Girê Spî gazinan ji astengiyên dewleta Tirk dikin, dema ku ew avdana zeviyên xwe dikin, leşkerên sînorî yên dewleta Tirk welatiyan gulebaran dikin  û di encamê de 32 welatî bûne qurbaniya gulebarakirina leşkerên Tirk di navbera kuştî û birînar de, piştî rizgarkirina Girê Spî ji aliyê YPGê ve di 15 ê Hezîrana sal borî de.

Salane di wek vê demê de cotkarên deverê dest bi avdana zeviyên xwe dikin, da ku berhemên baş bidest bixin, lê îsal ji tirsa guleyên artêşa dewleta Tirkiyê nikarin karên xwe bi rê ve bibin. Herwiha gundî diyar dikin ku metirsî hene zeviyên wan bêne şewitandin ji ber van kiryarên artêşa tirk .

Hevserokê Rêveberiya Xweser li Girê Spî dide zanîn ku, dewleta Tirkiyê hewil dide hêzên Rojava bikşîne şer û pevçûnan. ji aliyekî din ve dixwaze welatiyan bitirsîne, da ku ji nêzîkî sînor koç bibin, herwiha tekez kir ku ew bersiva gule û topan nadin, lê wê hewil bidin bi hevahengiyeke navdewletî destêwerdana dewleta Tirkiyê li xaka Rojavayî Kurdistanê rawestînin.