Li Qamişlo merasîma cenazeya 29 şehîdan bi rêve çû

Di heftiya borî de, şerûpevçûn di navbera YPGê û alîgirên rejîma Sûriyê de derketibûn di encam de li gor desteya Tendûristiyê 10 şervan û 17e welatiyên sivîl şehîd bibûn.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/17759664-77fe-4ef0-8fe4-fd8b499b6cdf/kenan%20barakat.ism/manifest

K24-Qamişlo

Di merasîmekî de û bi amadebûne nûnerên Rêveberiya Xweser, Yekîtiya Demokratîk û Bakurê Sûriyê, nûnerê Encûmena Cîbcîkar û yasadananê û hejmareke mezin ji welatiyên Rojavayê Kurdistanê 10e şervanên Yekîneyên Parastina Gel û 17e welatiyên sivîl yên ku di şerê dawî li bajarê Qamişlo şehîdbûbûn li gorîstana şehîd Delîl Saloxan bi axê hatin sipartin.

Di merasîma de Serokê Desteya Navxweyî Kinan Berkat gotarek xwend, di gotarê de giringî bi rola Yekîneyên Parastina Gel(YPG) û Yekîneyên Parastina jin(YPJ) di berevanî û parastina herêmêm Rojava ji DAIŞê de.

Di heftiya borî şerûpevçûn di navbera YPGê û alîgirên rejîma Sûriyê de derketibûn di encam de li gor desteya Tendûristiyê 10 şervan û 17e welatiyên sivîl şehîd bibûn.