Rejîma Sûriyê desteyên ewlehî û siyasî li Qamişlo guhertin

Di heftiya borî de rejîma Sûriyê desteyên ewlehî û siyasî li bajarê Qamişlo guhertin, ew biryar bû cihê metirsiya xelkê ku, guhertina wandesteyan amadakariyek be bo kontirolkirina bajêr.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/71d67047-2bbb-49df-866e-8f60ee916a81/qmishlo.ism/manifest

K24-Qamişlo

Endamê Desteya Siyasî ya Encûmena Sûriyê ya Demokratîk(MSD) Amir Hilûş ragehand ku, guhertina desteyên ewlehî û siyasî yên rejîma Sûriyê li bajarê Qamişlo biryareke rêvwbirî ye, di nav hemû dezgehên leşkerî de çêdibe.

Derbarê guhertina desteyên ewlehî û siyasî ji aliyê rejîmê ve Endamê Desteya Siyasî ya Encûmena Sûriyê ya Demokratîk(MSD) Amir Hilûş ji K24ê re wiha got: "Guhertina desteyên ewlehî û siyasî yên rejîma Sûriyê li bajarê Qamijo di anv hemû dezgehan de rû dide, ew biryar mebest jê rêveberî ye."

Helûş da zanîn ku, ti hêzeke zêde ya nû ya rejîma Sûriyê li firokxaneya bajarê Qamişlo û deverên din nehatiye bicih kirin

Di heftiya borî de rejîma Sûriyê desteyên ewlehî û siyasî li bajarê Qamişlo guhertin, ew biryar bû cihê metirsiya xelkê ku, guhertina wandesteyan amadakariyek be bo kontirolkirina bajêr.