Li Dîlokê 54 xwendekarên zanîngehê hatin binçavkirin

Li Bakurê Kurdistanê navçeya Nizîp ya Dîlokê, 54 xwendekarên zanîngehê, ji ber wêneyên şehîdên Kobanê di seyranekê de bikar anîne, hatin binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistanê navçeya Nizîp ya Dîlokê, 54 xwendekarên zanîngehê, ji ber wêneyên şehîdên Kobanê di seyranekê de bikar anîne, hatin binçavkirin.

Xwendekarên zanîngehê, li navçeya Nîzipê, di dema seyranekê de wêneyên kesenê ku di şerê dijî DAIŞ'ê de, li Kobanê şehîd ketine li daran daleqandin.

Ser agahdarkirina welatiyan, hêzên cendermeyan li herêmê operasyon pêk anî û bi tometa ku propagandeya rêxistina terorê hatiye kirin, 54 xwendekar girtin binçavan. Hat ragehandin, 48 xwendekar di lêpirsîna Fermandariya Cendermeyan de serbest hatin berdan û 6 xwendekar bi daxwaza girtinê bo dadgehê hatin hinartin.

Li aliyî din, îro li Diyarbekirê, 33 kes bi îdîaya ku hemberî karbidestên dewletê amadekariya êrişên mezin kirine û alîkariya rêxistina terorê kirine, hatin binçavkirin û ji wan 16 kes hatin girtin.