Endamekî Kongresê:Bila pêşmerge kêmîneya ayînî li Iraqê biparêzin

Jeff Fortenberry da zanîn ku, ji ber êrîşên DAIŞê gelek kêmîneyan cih û malên xwe koçkirin û ber bi navçeyên aram ve çûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Endamekî Kongresa Amerîkayê daxwaza avakirina  navçeyeke aram bo kêmîneyên ayînî li Iraqê dike, ew ji aliyê Pêşmerge ve were parastin.

Endamekî Kongresa Amerîkayê Jeff Fortenberry ji televîzyona VOA ya Amerîkî re wiha got: "Bila li Iraqê navçeyek aram ji bo parastina kêmîneyên ayînî yên mîna Êzdî û xirstyan were avakirin."

Herwiha Fortenberry di daxuyaniya xwe de pêşniyar kir ku, ew navçeya aram dikare li derdora Mûsilê were avakirin û ji aliyê Pêşmerge û Hikûmeta Kurdistanê ve were parastin û birêvebirin.

Jeff Fortenberry da zanîn ku, ji ber êrîşên DAIŞê gelek kêmîneyan cih û malên xwe koçkirin û ber bi navçeyên aram ve çûn.

Di encama êrîşên DAIŞê bi hezaran Kurdên Êzdî û Xirstyan navçeyên xwe valakirin û li deverên aram bicih bûn.