Li Serê Kaniyê keçek bi guleyên Artêşa Tirkiyê birîndar bû

Ji ber şerê li Sûriyê rojane bi dehan welatî sînorê Tirkiyê dadbezînin, lê Artêşa Tirkiyê bi guleyan pêşwaziya wan dike.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê dema ku, keçek li nêzîk mala xwe pezê xwe diçêrand, rastî guleyên Artêşa Tirkiyê bû, di encam de ew keç birîndar bû.

Welatiya bi regez Ereb a binavê Kewser Mihmed dema ku, li nêzîkî mala xwe li gundekeî ser bi bajarê Serê Kaniyê û liser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê pezê xwe diçêrand, Artêşa Tirkiyê gule berdanê, di encam de, birîndarbû, herwiha 5 serî pezên wê jî mirin.

Piştî bûyerê Asayîşa Serê Kaniyê ew keç veguheztin naxweşxaneya bajêr.

Ji ber şerê li Sûriyê rojane bi dehan welatî sînorê Tirkiyê dadbezînin, lê Artêşa Tirkiyê bi guleyan pêşwaziya wan dike.