Ciwanên Kurdistanê peymana Sykes – Picotê şermezar dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Ciwanên Kurdistanê sedsaliya peymana Sykes – Picotê şermezar dikin û dibêjin, sala 2016an peymana Sykes – Picotê bidawî dibe û tê herfandinm lewre ew dibînin ku pêwîst e rêkeftineke nû were îmzekirin, ku tê de dewleta Kurdî were ragihandin.
Ciwanên çar perçeyên Kurdistanê (Tevgera Ciwanên Kurdistan - Bakur. Yekîtîya Lawanî Dîmoqratî Kurdistan - Başûr. Giropî Karî Lawan û Qutabîyan – Rojhelat. Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Dîmoqratî Kurdistanî – Rojava) di daxuyaniyekê de peymana Sykes – Picotê şermezar kirin û daxwaza ragihandina dewleta Kurdî ji hemû partî û rêxistinên Kurdistanê kirin.
Di daxuyaniya ciwanan de hat, ku sed sal li ser peymana Sykes – Picotê re diçe, ya ku piştî şerê cîhanî ya yekem di sala 1916 an de, di navbera Fransa û Brîtaniyayê de hatiye îmzekirin û Kurdistan careke din tûşî perçebûnê kirin û welatê Kurdan kirin çar perçe.
Herwiha ciwanên Kurdistanê daxwaza rêkeftineke din dikin, ku tê de dewleta Kurdî ya serbixwe bê ragihandin. Herwiha daxwaz ji hemû partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl dikin, ku çareseriyek ji doza Kurdî re bê dîtin, da ku ji zilm û zora dewletên dagîrker rizgar bibin.
Ciwanên Kurdistanê bangî tevgera siyasî ya Kurdî dikin, ku yekrêziya helwest û mala Kurdî dikin, herwiha dest ji nakokiyên navxweyî berdin, da ku doza Kurdî biser keve û gelê Kurd mafê xwe yê rewa bidest bixe.