Barzanî: Em ne berpirsîn ji pişkkirin a Îraqê û amdekarî yên serxwebûnê jî bi hêz ber bi pêşve diçe.

Serok ê Herêm a Kurdistanê Mesûd Barzanî di dîdarekê de li gel BBC got: Ne ez tenê dibêjim, lê di rastî de Saykis-Pîko şikest hîna û nema.

K24- Hewlêr

Serok ê Herêm a Kurdistanê Mesûd Barzanî di dîdarekê de li gel BBC got: Ne ez tenê dibêjim, lê di rastî de Saykis-Pîko şikest hîna û nema.

Di dîdarekê de serok ê Herêm a Kurdistanê Mesûd Brazanî li gel kenal BBC ya Birîtanîyayî got: Ne ez bi tenê dibêjim, lê di rastî de rêkkevtinname ya Saykis- Pîko şikest hînaye û nemaye.

Herweha got: Deverê pêdivî bi vedariştinek a nû ya nexşeyê heye û di wê vedariştin a nû nexşe ya Herêmê de, Kurd daxwaz a dîrokî û maf ê serxwebûnê dê bi dest ve bihînin.

Herweha BBC dibêje: Mesûd Barzanî di wê bawerrîyê de heye ku Kurd di dawîyê de dewlet a xwe ya serbixwe ya berdewam bi dest xwe ve bihînin.

Herweha Barzanî di axivtin a xwe berdewam dibe û dibêje: Ji duristkirin a Îrtaqê, piştî şerr ê cîyanî yê yekê ve, Em bi ezmûnek a dijwar re bûrîn, Me hewldan yekparçeyî ya Îraqê biparêzîn, lê Em ne berpirsîn ji pişkkirina wê, xelk ên din jê berpirse.

Barzanî got jî: Me nevêt em pişkek bîn ji hezaze û gêreşêwênî û arîşe yên ku Îraq ji hemû kinaran ve dorpêç kiriîye.

Her di wê dîdarê de li gel BBC, Barzanî dibêje: Xwazta serxwebûnê gelek rijte û amdekarî yên serxwebûnê bi hêz ber bi pêşve diçe.

Herweha Barzanî bi BBC ragehandîye ku: Pêngav a yekê, pêdivî dike ku danûstandin ên rijt li hikumet a navendî li Bexdayê bihê encamdan daku bigehin ji hev têgehiştnê û çaresrîyê bi wê araste ya ku serkirde yên kurd jê re dibêjin (cûdabûn a aştîyane).

Herweha BBC dibêje: Eger ewê yekê encam nebû wek Barzanî dibêje, divê Kurd bi awayek yek alînî berdewam bibin û rifrandomê bi serxwebûnê encam bidin.