Kurdek bû şaredarê navçeya Haringeya Londonê

Kurdekî ji Bakurê Kurdistanê bi navê Elî Gul Ozbek yê ji Elbîstana Mereşê, ku bi salan e li Londonê weke dermansaz kar dikir, li ser lîsteya Partiya Karkeran bi dengdana gel bibû endamê civata şaredariya navçeya Haringeya Londonê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştre ji bi dengdana civata şaredariyê piraniya dengan bi dest anî û hêjayê serokê şaredariya navçeya Harîngeya Londonê hate dîtin.

Elî Gul Ozbek Kurdekî Elewî ye û ji Elbîstana Mereşê ye. Ew di sala 1992 an derbasî Londonê bûye. Elî Gul Ozbek li Zanîngeha İnonuyê beşa Kîmya temam kiriye û li Brîtanyayê jî zanîngeha Portsmouth ya Beşa Dermansaziyê temam kiriye, ji sala 1992 an ve li Brîtanyayê dijî.