Qurbaniyên teqîna Qamişlo bi merasîmekê hatin veşartin

Li bajarê Qamişlo bi rêwresmên fermî cenazeyên 3 kesên ku di êrîşa xwekujî de jiyana xwe ji dest dabûn bi rêve çû.

K24 – Qamişlo

Li bajarê Qamişlo bi rêwresmên fermî cenazeyên 3 kesên ku di êrîşa xwekujî de jiyana xwe ji dest dabûn birêve çû.

Bi beşdarbûna hejmarek ji welatiyên bajarê Qamişlo, îro li Kenîseya ALEZRA ya Suryanên Arsazokis, qidasa 3 welatiyan hate lidarxistin, ku di teqîna şeva borî ya li taxa Wista de canên xwe jidest dabûn.

Şeva borî, demjimêr 23:15 li taxa Wista ya Qamişloyê ku piraniya nişteciyên wê ji pêkhateya Xiristiyanî ne, otombêleke bombabarkirî teqiya, di encamê de 3 welatiyê Xiristiyanî canê xwe jidest dabûn û 15 kesên din jî birîndar bûbûn.

Tê zanîn di 30ê meha berçileya 2015 an de êrîşek bi heman şêweyî li heman kolanê ji aliyê DAIŞê ve pêk hat û di encama wê de 16 kesî canên xwe ji dest dan.