Obama Kuştin a rêber ê Talîban piştrast kir
K24- Hewlêr
Seerok ê Emerîkayê Barak Obama, evro Dûşembîyê kuştin a raber ê Bizav a Talîban a Evxanistanî piştrast kir û hêvî xwazt, ev bûyer bibe eger a pişikdarîkirin a Talîban di danûstandin ên aştîyê de.
Brak Obama, di ragehandinekê de, ku Koçk a Sipî belv kirîye, gotîye: Exter Mensûr, hewl ên hikumet a Evxanistanê bo pişkdarî ya rasteqîne di danûstandin ên aştîyê de û bi dumahîhîn tundûtîjîyê, red kir
Serok ê Emerîka got jî: Pêdivîye li ser talîban evê delîve yê bi kar bihîne bo bi dumahîhînan a evê milmilanîê ya dirêjvekêş û biçe kêlek a hikumet a Evxanistanl li pirose ya aştvebûnê ku dê aştîyê û akincî û tenahî ya berdewam bi dûv xwe re bihîne.
Li gor ajans a nûçe ya Royterz, Obama piştevanî ya welat ê xwe bop hêz ên asayîşî yên Evxanistanê tekez kir û got: Waşintin diltenahîyê dide ku ji wan kesan negerre ew ên hewl a hingaftinb a welat ê wî û hevpeyman ên wî nadin.
Hevdem Royterz li ser zar ê dû çavkan ji nav Bizav a Talîban veguhaztîye ku civat a serkirdatî ya Bizav a Talîban, duhî Yekşembîyê kom bûye bo gênegeşekirinê li ser dîyarkirin a cihvegirekî bo Mela Exter Mensûr.
Ev di demekê de ye gotebêj ê wezret a bervanî ya Emerîkayê, Pîter Kok, duhî ragehandibû ku rêber ê Bizav a Talîban a Evxanistanî, Mela Exter Mensûr û şervanek ê dî yê wê bizavê, roj a Şembî ya Bûrî (pêrê) di heêrişek a asmanî ya Emerîkayê de li devek a pakistanê li nêzîk sinûr evxanistanê kirn armanc û hatin hingavtin.