“Bo rêgirtin li şer me piştgirî da rakirina parêzbendiyan”

Cigrê Serokê Giştî yê Berê û Parlamenterê Stembolê yê Partiya Komarî ya Gel CHPê Sezgîn Tanrikulu û şanda ligel wî, îro serdana Sûr a navçeya Diyarbekirê kir û li ber Mînareya Çarling daxuayniyek belav kir.

K24 – Diyarbekir

Li ser navê şandê Sezgîn Tanrikulu, balkişand ku, li Sûrê tenê avahî û şûnwarên dîrokî nehatine şewitandin û rûxandin, hemû nirxên mirovahiyê û nişteciyan jî ji holê hatine rakirin.

Parlamenterê CHPê dazanîn ku, ew texrîbata ku di ti serdemekî de nehatiye kirin, di nav 7 mehên dawî de li bajar û navçeyên Kurdan hatiye kirin û ewqas nirx û pîroziyên mirovan bûne qurbaniya daxwaza Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîb Erdogan ku dixwaze bibe Serok.

Tanrikulu, li ser pirsa Peyamnêrê Kurdistan24ê jî rakirina parêzbendiyan nirxand û ragihand ku, ger CHP parêzbendiyan ranekira, dê şer û xirabiyên li Bakûrê Kurdistanê, li seranserê Tirkiyeyê belav bibûya û bi mebesta pêşîlêgirtina wan xeteriyan, piştgirî dane rakirina parêzbendiyan.