Erdogan û Bînalî dê serdana Diyarbekirê bikin

Serokomar û Serokwezîrê Tirkiyê di 28ê Gulanê de dê serdana Diyarbekirê bikin.

K24 – Diyarbekir

Serokomar û Serokwezîrê Tirkiyê di 28ê Gulanê de dê serdana Diyarbekirê  bikin.

Namzetê Serokê Giştî yê Partiya Edalet û Geşepêdanê AKP û Serokwezîriya Tirkiyeyê  Bînalî Yildirim, ragihand ku dê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîb Erdogan re, di 28ê Gulanê de, li Diyarbekirê serdanan bikin.

Yildirim diyar kir ku ewê li bajêr beşdarî vekirina sazî û kargehan bibin û dê serdana gundê Herbejînê jî bikin ku di encama teqînekî de 17 kes lê hatibûn kuştin.

Li ciyên ku dê şand lê serdana bike, berevaniya ewlehiyeke berfireh hatiye girtin û amadekarî tên kirin.