Erdogan û Yildirim serdana Bakurê Kurdistanê dikin

Serokomar Erdogan heta niha 20 caran serdana bajarê Diyarbekirê kiriye û gelek caran peyamên girîng ragihandiye. Di pêvajoya şer û pevçûnan de ji bilî serdanên din girîngiyek cûda li ser vê serdanê heye.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim îro serdana bakurê Kurdistanê bajarê Diyarbekirê dike.

Erdogan di çarçoveya serdana xwe de dê, tevlî rewresma vekirina  Balafirgeha Diyarbekirê û çend projeyan bibe. Piştre serdana Navçeya Sûrê Gûndê Harbecînê ku, di encama teqînekî de 16 kes canê xwe ji dest dabûn bike.