Amerîka bersiva Tirkiyê da

Di şerê li dijî DAÎŞê de li Reqayê çend leşkerên Amerîkî nîşana YPGê li ser cilên xwe danîbûn.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Berdevkê Wezareta Derva yê Amerîkayê  Mark Toner bersiva Wezîrê Derva yê Tirkiyê Mewlût Çavusoglu da û ragehand ku, YPG û PKK du rêxistinên ji hevûdû cûda ne.

Derbarê nerazîbûna Tirkiyê li ser danîna nîşanên YPG li ser milê xwe Berdevkê Wezareta Derva yê Amerîkayê  Mark Toner  di kongiryeke rojnemevanî de diyar kir ku, ew nîgeraniyên Tirkiyê fam dikin, lê belê YPG jî li hemberî DAÎŞê bi awayeke serkeftî şerî dike. Lewma piştgiriya wan dê berdewam be.

Di şerê li dijî DAÎŞê li ReQayê çend leşkerên Amerîkî nîşana YPGê li ser cilên xwe danîbûn.

Li ser vê yekê Wezîrê Derva yê Tirkiyeyê Mewlût Çavusoglu nerazîbûn nîşan dabû û diyar kiribû ko bila leşkerên Amerîkî nîşanên DAÎŞ û EL-NUSRAyê jî li xwe bikin.