Bi hatina Erdogan bo Diyarbekirê ewlehiyên berfereh hatin girtin

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan îro li Diyarbekirê serdanan dike. Li bajêr amadekariyên geş berfireh hatine kirin. bi taybet rêyên ku dê tê de derbas bibe, ewlehiyên bihêz hatine girtin. Rêgehên derdorê parêzgariya Diyarbekirê û baregehên ewlehiyan ji trafîkê re hatine girtin. Ji aliyê din de jî pankart û bilbordên ku xêrhatin li Recep Tayîb Erdogan û şanda gel wî dike jî li bajêr hatine raxiistin.

K24 – Diyarbekir

Serokkomarê Tirkiyeyê bi Serokwezîrê nû yê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim re, dê vê serdanê bike û li Balafirgeh û çendî saziyan beşdarî merasîmên vekirinê bibin. Dîsa tê çaverêkirin ku Recep Tayîb Erdogan serdana gundê Hervbejînê ku di 12 Gulanê de, balhilgireke bobebarkiri teqîyabû û di encamê de 16 gundî canê xwe ji dest dabûn jî bike.

Di rewşeke ku şer û pevçûn li Bakûrê Kurdistanê berdewamin de, dê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîb Erdogan peyamên çewa bide, bi baldarî tê çaverêkirin.