Demîrtaş bersiva gotinên Erdogan yên li ser "Zeredeşt" da

Hevserokê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş, di kongreya partiya xwe ya Diyarbekirê de, bersiva gotinên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan da û got; “Ew, Kurdên ku stûyê xwe li ber wan natewînin weke milet qebîl nake. Dibêje em li ser xatirê Xwedê ji hemû evdên wî hez dikin, lê dûv re me bi Zerdûştiyê îtham dike û ferq û cûdatiyê dixe nava mirovan de.”
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/ed7d3773-fb59-493b-8638-ebd004306539/HevserokeHDPeSelahedinDemirtas.ism/manifest

K24 – Diyarbekir

Hevserokê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş, di kongreya partiya xwe ya Diyarbekirê de, bersiva gotinên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan da û got; “Ew, Kurdên ku stûyê xwe li ber wan natewînin weke milet qebîl nake. Dibêje em li ser xatirê Xwedê ji hemû evdên wî hez dikin, lê dûv re me bi Zerdûştiyê îtham dike û ferq û cûdatiyê dixe nava mirovan de.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di 28’ê Gulanê de, li Diyarbekirê HDP bi zimanekî tûj rexne kiribû û derbarê wan de gotibû ku; “Ev bêbawerî ne, ev Zeredeşt in,” Demîrtaş jî wiha bersiva Erdogan da: “Di nava me de Misilman, Êzidî, Ermen û Suryanî jî hene. Herkes li ser dînê xwe ye. Li gorî baweriya Îslamê hûn nikarin kesekî ji ber baweriya wî kêm bibînin. Serokkomar ewil dibêje em netewperestiya etnîkî û mezhebî nakin, lê dûv re dike. Zerduştî jî baweriyeke qedîm e. Bawermendên wî dînî jî hene. Xwedê ew jî xûlaqandine. Bi van gotinan ferqê dixe nava mirovan.”

Hevserokê HDP’ê Demîrtaş behsa rakirina parêzbendiya parlementeran jî kir û fezlekeyeke ku ji aliyê Dozgerê Komarê yê Diyarbekirê ve li ser wî hatiye amadekirin, nîşa xelkê kir. Demîrtaş got, “Li gorî fezlekeya dozger nimaja înê ya ku ew jî beşdar bûye qaşo ne nimêja înê ye.” Demirtaş li ser şer û pevçûnên li nava bajarên Bakur wiha axivî: “Her kê biryara xirakirin û wêrankirina bajarên me dabe Xwedê belayî wî bide wî.”

HDP’ê yekemîn Kongreya Awarte ya Diyarbekirê bi beşdarbûyîna bi hezaran kes li Hola Sporê ya Kayapinarê pêk anî. Ji beriya kongreyê polîsan hin afîş wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî, li ser anîn xwarê û kom kirin. Bi sînevîzyonekê destlêwerdana hêzên ewlekariya Tirkiyê ya li ser parlementerên HDP’ê jî hat nîşandan. Di kongreyê de endamên dîwanê ji ber xeletiyên partî û rêxistinên xwe rexne li xwe girtin û gotin ku xelk çi ji wan bixwazin divê ew jî li gorî daxwazên xelkê tevbigerin. Gulşen Ozer û Cebar Leygara ji bo hevserokatiya HDP’ê ya Diyarbekirê hatin hilbijartin.