Barzanî peyamekê arasteyî YNKê kir

"YNK di hemû qonaxan de roleke berçav û niştîmanperwer heye"

K24- Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi helkefta derbasbûna çil û yek sal li ser damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê peyamek arasteyî wê partiyê kir, tê de amje bi wê yekê kir ku, xelikê Kurdistanê çaverêne ku, yekîtî rola xwe ya giring bilîze.

Îro, sêşembe 31.5.2016 Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamekî pîrozbahiyê bi helkefta damezrandina YNK belav kir, ev jî deqa peyamê ye:

Endamê ofêsa Siyasî û Encûmena Serkirdayetîya YNK û alîgirên wê yên birêz:

Bi helkefta çil û yekemîn salvegera damezrandina YNK germtirîn pêrozbahiyên xwe arasteyî we û kadir, endam û alîgirên YNK dikim.

Niha qonaxeke hestyare, gelê me şerekî çarenûsî li gel dijminekî dirinde dike, Pîşmergeyên Qehreman piraniya xaka Kurdistanê ya pîroz ji terorîstan baqij kirye, bisaya serkeftinên  pêşmerge û xwîna şehîdan bêgeh û bandora Kurdistan giheştiye asteke bilin ku, hemû cîhan behsa wê dike û rêzê ji gelê wê re digre.

Ev yeke û li gel guhertinên navçeyê dihêle ku, em dest bi dest paşerojeke keş û jiyaneke aram ji gelê xwe re dabîn bikin, nabe gelê me bi agirê navçeyê bisoce, lewma pêwîste em li irade û daxwazên gelê vegerin bo dabînkirina mafê rewa yên gelê xwe. Ev rewşa niha pêwîstî bi hevkarî û rihê biratiyê heye û pabendîbûn bi berjewendiyên bilind yên gelê me.Divê di vê qonaxa hestyar de ruhê niştîmanperwirî û ruhê pêşmergeyatîyê bi hêztir bibe.

YNK li kar û xebata xwe de, gelek qurbanî di rêka rizgarkirina gelê Kurdistan de dane, li hemû qonaxan de roleke berçav û niştîmanperwerî kiriye, taybet piştî raperîna mezin ya gelê me, YNK roleka wê di peydakirina seqamgîrî û aramiya Kurdistanê de heye, nihajî xelkê Kurdistanê çaverêne ku, ew rol berdewam be.

Herwiha rola Mam Celal di salên borî de derbarê parastina yekrêzî û pêşketina doza rewaya gelê me heye, niha jî gelê Kurdistan çaverêya YNK dikin ku, berdewamiyê li ser wê rolê bike û em hemû pêkve gelê xwe ber bi paşerojeke pêşkeftî û geş bibin.

Bi helkeftê hêviya başbûna biryayê xwe yê birêz Mam Celal Skreterê Giştî dikim û hêviya serkeftinê bo hemû endamên YNK dixwazim.

Bimînin bo Kurd û Kurdistan