"Yekem welat bo serxwebûna Kurdistanê bêje erê Tirkiye ye"
K24 – Stanbol
Li Tirkiyê hikûmeta nû, polîtîkayên xwe yên li ser Iraq û Başûrê Kurdistanê digiherîne. Tê gotin hikûmeta nû, ji hikûmetên berê bi awayekê cuda di heyama nû de wê piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bike.
Li Tirkiyê, piştî damezrandina hikûmeta nû ya 65'an polîtîkayên derveyî welêt ji aliyê rayedarên hikûmeta nû ve hatin guftûgokirin. Di çapemeniya Tirkiyê de jî tê gotin Tirkiye bi mebesta safîkirina kêşeyan polîtîkayên xwe yên der barê Îsraîl, Misir, Rusya, Iraq û Sûriyê de dê biguherîne.
Di rojnameyekê de ku li Tirkiyê pir tê xwendin, hat ragihandin ku Tirkiye polîtîkaya xwe ya li ser Iraqê biguherîne û bo serxwebûna Kurdistanê helwesteke erênî nîşan bide.
Rojnameger Ozcan Tîkît ji K24ê re got: “Bi rastî Iraq em nizanin çend perçe bûye, çi lê hatiye, lê îro ne fermî be jî, di rastiyê de li Iraqê zarokeke nû hatiye dinyayê navê vê zarokê jî Kurdistana Iraqê ye.”
Rêvebirê nûçeyên derveyî welêt yê wê rojnameyê Ozcan Tîkît diyar dike, ku yekem welatê ku ji bo serxwebûna Kurdistanê bêje erê Tirkiye ye. Tîkît got: “Li ser vê meseleyê ez bawer im bersiva Tirkiyê wê erênî bibe. Hemû hêzên Kurdistana Iraqê eger bibin yek û vê yekê bixwazin, wê demê wek cînarekê baş çi ji destê Tirkiyê bê wê alikariya Kurdistanê bike.”
Pisporê polîtîkayên derveyî welêt Prof. Dr. Fuat Keyman da zanîn ku Berpirsên hikûmeta nû dê piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bikin. Keyman dibêje: “Têkiliyên birêz Erdogan û birêz Barzanî gelek baş e. Digel geşedanên li ser erdnîgariya me hebûna têkiliyên wiha bi kêrî her du aliyan tê.”
Herwiha Keyman dest nîşan kir ku rayedarên Washingtonê, beriya hilbijartinên li Amerîkayê, ji bo ragihandina serxwebûna Kurdistanê nîgeran bin, lê belê êdî ji bilî avakirina dewleta Kurdistanê li Iraqê çare nemaye.
Keyman got jî: “Li gorî Washington ragihandineke wiha gaveke mezin e lê pêvajo berdewam e. Heta salên 1990'î li vir fîkra avakirina dewleta Kurdistanê bi tenê xeyalekê bû. Lê îro ne wisa ye. Me di salên 90'î de li Yugoslavyayê dît. Piştî ku Yugoslavya hat hilweşanidn gelek dewlet hatin avakirin. Niha ihtimaleke mezin heman tişt li Iraqê jî dê bibe.”
Tirkiyê heta salên 2000'î, dûrî Kurdistanê bû. Lê di 10 salên dawî de têkiliyên Enqere û Hewlêr gelek pêş ket. Niha tê gotin Tirkiye bi polîtîkaya xwe ya nû ya derveyîwelêt dê pêşengiya serxwebûna Kurdistanê bike.