Erdogan: Minbic ne navçeya kurdan e

Proseya rizgarkirina bajarokê Minbicê di 1ê vê mehê de jialiyê HSD û firokeyên Hevpeymaniya navdewletî destpê kir, heta niha jî berdewam e.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan nerazîbûna xwe derbarê rizgarkirina Minbicê nîşan da, diyar kir ku,  Minbic ne navçeya  kurdan e, nabe kurd li wir bicîh bibin.

Derbarê rizgarkirina bajarokê Minbicê ji aliyê Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) ve Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di kongireyekî rojnamevanî de nerazîbûna xwe derbarê wê operasyonê nîşan da, da zanîn ku, Minbic ne navçeya  kurdan e, ew der cihê ereban e, nabe kurd li wir bicîh bibin.

Erdogan aşkere kir ku, ew naxwazin Yekîneyên Parastina Gel(YPG) derbasî rojavayê çemê Firatê bibin.

Proseya rizgarkirina bajarokê Minbicê di 1ê vê mehê de jialiyê HSD û firokeyên Hevpeymaniya navdewletî destpê kir, heta niha jî berdewam e.