Barzanî bo şandek a Firansayê: Piştîvanî ya maf ê çarenivîs a Kurd bikin

Mesûd Barzanî, seerok ê Herêm a Kurdistanê di dem a pêşwaszîkirinê li şandek a bala ya dîpomat ên Firansayê raghand: Li gel pêkhate yên olî yan bi hev re dimrîn yan bi hev re bi serbestî dijîn û daxwaz ji şandê kir berdwam bin li piştîvanîkirin a hêz a Pêşmerge û pirs a destnîşankirin a çarenivîs a gel ê Kurdistanê.

K24- Hewlêr

Mesûd Barzanî, seerok ê Herêm a Kurdistanê di dem a pêşwaszîkirinê li şandek a bala ya dîpomat ên Firansayê raghand: Li gel  pêkhate yên olî yan bi hev re dimrîn yan bi hev re bi serbestî dijîn û daxwaz ji şandê kir berdwam bin li piştîvanîkirin a hêz a Pêşmerge û pirs a destnîşankirin a çarenivîs a gel ê Kurdistanê.

Malper a serokatî ya Herêm a Kurdisatanê belav kirîye: li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Fransîs Fîlon Serok Wezîrê berê û endamê Parlemena niha ya Fransa û şandekî li gel kir ku ji çendîn Senator û Parlementerê Partiya Komariya Fransa û Konsolê wî welat li bajarê Hewlêrê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de Serok Wezîrê berê yê Fransa pesnê rola Serok Barzanî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li rûbirûbûna terorîstan û parastina pêkhatên neteweyî û oliyan kir û pêzanînên xwe jî ji bo xelkê Kurdistan hebû ku bûne penageheke xelkê koçber û lêqewimî. Her wiha ji bilî wê yekê pîrozbahiyê li serkeftinên Pêşmerge kir û eve jî xisterû ku ji bo dûpatkirina palpiştî û piştevaniya xwe ya li gelê Kurdistanê û Pêşmerge hatiye ku li şûna hemû cîhanê şerê terorê dikin û eve jî behs kir ku dixwazin hewl bidin zêdetir yarmetîdana gelê Kurdistanê bikin.
Li beranber da Serok Barzanî spasî gel û Serok û Hikûmeta Fransa kir ku di demên teng da piştevan û yarmetîderê gelê Kurdistanê bûne û li axaftina xwe de behsa gefa teror û tundrewiyê û destpêka hatina Da'îşê kir û balkişand li ser wê yekê ku Da'îş bi tenê ne gefe li ser pêkhateyekî diyarkirî belku gefe li ser mirovayetî û jiyanê. Rûbirûbûna wê de jî pêwîste li warên serbazî û siyasî û îdeolojî û civakî da hewlekî ciddî û ya hemû aliyên civaka navdewletî hebê. Di derbarê Mesîhiyên Kurdistanê jî Serok Barzanî wê yekê xiste rû ku çarenûsa me hemûyan li vî welatî pêkve girêdayiye û min bi xuşk û birayên xwe yên Mesîhî re ragihandiye ku bîra bi cîh hiştina welat nekin yan emê hemû bi pêkve bimrîn yan bi pêkve bi azadî û serbestî bijîn. Eve jî dûpat kir ku li nav xelkê Kurdistanê hîç cûre hesasiyetekî olî û mezhebî û neteweyî hebûna nîne û pêkvejiyanê wekî çandeke dîrokî wergirtiye. Serok Barzanî eve jî ji bo şanda mîhvan behs kir ku divê bîr li qonaxa piştî Da'îşê bê kirin û peymanek wiha bê kirin ku jiyana pêkhatan û bexteweriya wan bê mîsoger kirin ku êdî tûşî karesatan nebin.
Serok Barzanî daxwazê ji şanda mîhvan kir ku li palpiştîkirina Pêşmerge û piştevanîkirina mafên gelê Kurdistanê ya li diyarkirina çarenûsa xwe de berdewam bibin.
Her li vê kombûnê da rewşa siyasî û emnî ya navçeyê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê xistin ber behs û guftûgoyan.