Di navbera Tirkiye û Kurdistanê de sêyemîn deriyê gumrikê vedibe

Tirkiye, bi mebesta pêşketina têkiliyên aboriyê ya digel herêma Kurdistana Iraqê sêyemîn deriyê gumrikê vedike. Hikûmeta Tirkiyê ragihand, ku ji bo vebûna deriyê xebatên li aliyê wan xilas bûne û ew amade ne ku xebatên li aliyê Kurdistana Iraqê jî çê bikin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/bef90fb2-9408-4821-ae3e-d2c66efec8f7/deriy%C3%AA%20gumrik%C3%AA%20vedibe.ism/manifest

K24 – Stanbol

Tirkiye, bi mebesta pêşketina têkiliyên aboriyê ya digel herêma Kurdistana Iraqê sêyemîn deriyê gumrikê vedike. Hikûmeta Tirkiyê ragihand, ku ji bo vebûna deriyê xebatên li aliyê wan xilas bûne û ew amade ne ku xebatên li aliyê Kurdistana Iraqê jî çê bikin.

Baziganiya navbera Tirkiye û herêma Kurdistanê piranî di ser deriyên sînorê re tên kirin. Niha ji bo vebûna deriyê sînorê yê sisiyan xebatên li aliyê Tirkiyê bi dawî bûne.

Wezîrê Bazirganî û Gimrukê yê Tirkiyê Bulent Tufenkçî amaje kir, ku hinek deriyên sînorê ji nû ve dê çêbikin. Tufenkçî amaje kir ku di navbera Tirkiye û Kurdistana Iraqê de deriyekî nû yê gumrikê dê vebe.

Tufenkçî got: “Pir nêzîk e ku deriyê gumrikê yê sisiyan dê vebe. Xebatên li aliyê me bi dawî bûne. Lê belê ji ber kêşeya darayî ya rêvebiriya herêmî xebatên li aliyê din hêj bi dawî nebûne. Ya bi temamî em ê çêbikin yan jî em ê bo darayî piştevaniya wan bikin. Em ê deriyê sînorê yê Esendereyê jî ji nû ve dê ava bikin.”

Tirkiye ji bo digel welatên cîran zêdetir bazirganî were kirin, deriyên sînorê zêdetir dike yên heyî jî ji nû ve çêdike. Di vê derbarê de Nivîskarê Aboriyê Îbrahîm Acar ji K24ê re axivî û got: “Di demên pêş de di ser vê deriyê nû re zêdetir bazirganî dê bê kirin, têkiliyên aboriyê dê bêhtir pêş keve. Jixwe li Sûriyê şer heye weke din digel Îran û Iraqê hinek kêşe henem, loma bo Hewlêrê jî ev deriyê nû pêwîst e.”

Tê gotin digel vebûna deriyê sînorê yê sisiyan têkiliyên aboriyê yên navbera Tirkiye û başûrê Kurdistanê dê baştir bibe û rêjeyên bazirganiyê yên salane jî dê zêdetir bibe.