Erdogan:Yasaya parêzbendiyan pesend kir

Ev pêvajo jî dê di heyama15e rojan de bi dawî were.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan yasaya parêzbendiyan pesend kir.

Erdogan yasaya parêzbendiyan ku, di 20ê Gûlanê de ji meclîsa Tirkiyeyê bi 376 dengan derbas bûbû îşev pesend kir.

Di dengdayînê de 140 parlementer dengên na 5 parlementer dengên bêbiryar 7 parlementer jî dengên vala bikaranîbûn. Piştî 17 rojan Serokomar Erdogan yasaya parêzbendiyan  pejirand.

Gûhertina makezagonê piştî rojnameya fermî de hate weşandin, dosyeyên parlementeran di destpêkê de dê ji Serokwezîrtiya Tirkiyê re were şandin. Serokwezîrtî jî dê ji Wezareta Dadê re bişîne. Piştî lêkolînan dê dosye ji dozgeriyan re were şandin. Ev pêvajo jî dê di heyama15e rojan de bi dawî were.