Yildirim: PKKê êrişa Midyada Mêrdînê kiriye

Serokwezîrê Tirkiyê ragehand, êrişa Midyada Mêrdînê ji hêla Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve hatiye kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê ragehand, êrişa Midyada Mêrdînê  ji hêla Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve hatiye kirin.

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim, îro çû serdana polîsên ku li navçeya Veznecîler ya Stenbolê yên di êrişa duhî de birîndar bûn. Yildirim li wê derê pirsên rojnamevanan bersivandin û da xuyakirin, êrişa Midyadê ji hêla PKK'ê ve hatiye kirin.

Yildirim got, li her derê Tirkiyê ewê têkoşîna xwe berdewam bikin û hêza ti kesê nîne, ku yekîtiya Tirkiyê têk bibe. Her wiha Yildirim da xuyakirin, ku li hemberî terorê, ne tenê kesên ku li hundir, yên derve jî piştevaniyê dikin, dê her tiştî li hemberî wan bikin.

Li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê li dijî Midûriyeta Ewlekariyê ya Mîdyatê bi otombîleke bombebarkirî êrîş hate kirin. 2 Welatî û polîsek canê xwe ji dest dan. 30 kes jî birîndar bûn.