Balyozê Kanadayê: Pêşmerge qehremaniyeke bêwêne nîşan daye

Balyozê Kanadayê li Iraq û Urdinê radigihîne, erkê wî wek balyoz li Iraqê bidawî bûye û ew dilxweş e ji ber di serdema karê wî de pêwendiyên di navbera welatê û wî û Herêma Kurdistanê pêşketiye û derfeta pêşxistina zêdetir jî heye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyozê Kanadayê li Iraq û Urdinê Bêrno Sakonamî di hevdîtinekê de ligel Serokê Herêma Kurditanê Masûd Barzanî, xweşhaliya xwe derberî ku welatê wî di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê de, alîkariya hêza Pêşmerge dike û ragihand, Pêşmerge bi wê karîna xwe yên kêm qehremaniyeke bêwêne nîşan daye û di cîhanê de bûye nasnama Kurdistanê û nîşana qehremaniyê.

Ji aliyê xwe ve, Barzanî spasiya welatê Kanadayê kir, ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de, alîkariya Kurdistanê kiriye û pesna rola Kanadeyê li dijî terorê kir.