Serok Barzanî peyamekê arasteyî malbata Ebû Leyla dike
K24 – Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê di pêwendiyeke telefûnî de serxweşiya malbata Ebû Leyla kir û navborî bi qehreman û wêrekê Kobanê binav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî, êro di pêwendiyeke telefonî de ligel Yûsif Ebdilezîz birayê şehîd Fêsel Ebdê Bilal Sadon (Ebû Leyla) serxweşî û hevxemiya xwe bi malbat şehîd Ebû Leyla derbirî, ku di şerê rizgarkirina Minbicê de şehîd bûbû.
Her di wê pêwendiyê de, Serok Barzanî Ebû Leyla bi rola wî bi qehreman û wêrekê Kobanê binav kir, ku bi giyanê xwe yê pak di riya bergîriya li niştiman û azadiya gelê Kurdistanê canfîda kiriye.
Ebû Leyla ku serkirdê Ketîbeya Şems el-Şemal û serkirdeyekî HSDê bû, di 3ê vê mehê de di operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê de birîndar bûbû, piştre bo nexweşxaneyên Başûrê Kurdistanê hatibû veguhastin, lê ji ber birîna xwe ya giran di 5ê vê mehê de canê xwe ji dest da, Ebo Leyla bi temenê 32 salî şehîd bû û bavê çar keçan bû.
Termê Ebû Leyla roja 7 Hezêranê, li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê û bi beşdariya fermadeyê Hêza Sûriyê ya Demokratîk (HSD), Ketîbeya Şemis el-Şemal û hezaran welatiyên wî bajarî bi xakê hate spartin.